Zerîf: Em ne li pey çeka nukleerê ne

Zerîf: Em ne li pey çeka nukleerê ne

WAAR_Duhok:

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kir ku ew ê tu wextî ne li pey çeka nukleerê bin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Zerîf di konferanseke dijî çeka kîmyayî ku li paytext Tehranê hat lidarxistin da axivî û ew gotina xwe dubare kir ku bereksê îdiayên rêveberiya Amerîkayê, welatê wî ne li pey çeka nukleerê ye.

Zerîf da bibîrxistin ku Tehran, endamê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ye û herwiha Peymana Astengkirina Belavbûna Çekên Nukleerê îmze kiriye û wiha got, “Ligel vê yekê Amerîka û rejima sîyonîst xwe ji wê yekê didin alî û çekên xwe yên kîmyayî îmha nakin.”

Zerîf pirsa “Gelo hûn ji bo 150 kesî ketin fikarê? We bi çekên nukleerê û yên kîmyayî çend kes kuşt, çend nifş ji holê kir?” arasteyî Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ragihand, wî hefteya derbasbûyî, êrîşa eskerî ya dijî Îranê ji ber îhtimala kuştina 150 kesî da sekinandin, kir.

Zerîf herwiha da bibîrxistin ku rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî, çekên kîmyayî qedexe kirine û wiha got, “Ji ber nêrîna me ya dînî û stratejîk em ê tu wextî ne li pey çeka nukleerê bin. Kabûsa çekên komelkujiyê ji herêm û dinyayê divê ji holê were rakirin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday