Yekîtîya Ewrupa: Erkdarkirina qeyûman zararê dide demokrasîya herêmî

Yekîtîya Ewrupa: Erkdarkirina qeyûman zararê dide demokrasîya herêmî

WAAR_Duhok:

Yekîtîya Ewrupa di daxuyanîyek nivîskî ser jikardûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê bertek nîşan da.

Maja Kocijancic berdevika Nûnerîya Sîyaseta Derve û Ewlekarî ya Yekîtîya Ewrupa di daxuyanîyê de dîyar kir ku jikardûrxistina bajarvanan fikaran çêdike.

Herwiha got: ‘’Jikardûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê, Selçuk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe Ertan, jiber ku gumanê ser rêzdarîya bo encamên demokratîk yên 31ê Adarê çêdike, fikarên kûr pêk tîne.”

Di daxuyanîyê de hat gotin ku erkdarkirina qeyûman zararê dide demokrasîya herêmî.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday