Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê : Emê li Herêma Kurdistanê bimînin

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê : Emê li Herêma Kurdistanê bimînin

WAAR_Duhok:

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli diyar kir ku operasyona ji bo Qendîlê salek berê hatiye plankirin û Îran li her derê bi zelalî eşkere dike ku piştgiriyê dide operasyonê. Herwiha Canikli destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê bimînin

Canikli ji Ajansa Anadoluyê re axivî û ragihand ku dixwazin li Qendîlê bicîh bibin û got: “Bi fermana Serokomar, me operasyon da destpêkirin û heta ku em terorê ji wir derbixin em ê bimînin. Ji bo vê dê baregah werin avakirin. Plansaziya vî jî beriya salekî dest pê kir.”

Canikli destnîşan kir ku operasyona vê carê ji yên berê cudatir e, “Ji wir êrîşî welatê me dikin. Erdnîgariya wê derê jî bi çiya ye û ji terorîstan re dibe derfet.”

Li ser piştgiriya Îranê jî Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê ragihand ku “Ji bo operasyona Qendîle û operasyonên din jî Îran bi germî nêzîk dibe. Me xwest em bi hevre vê operasyonê bikin. Hevdîtinên me berdewam dikin.”

Herwiha Canikli destnîşan kir ku, “Heta li herêmê ewlehî saz neken wê li Herêma Kurdistanê bimînin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.