Wezîrê derve yê Siûdîyê digel Ebadî kombû

Wezîrê derve yê Siûdîyê digel Ebadî kombû

 

Waar–Duhok:

Wezîrê derve yê Erebîstana Siûdîyê, bi serdanekê gihişt Bexdayê û di gel serok wezîrên Îraqê da kom bû.

Li gorî ragîhandineka nivêsîngeha serok wezîrên Îraqê, îro li Bexdayê, Heyder Ebadî pêşwazî li Adil Cubeyir, wezîrê derve yê Siûdîyê kirîye û herdu alîyan behsa bihêz kirina peywendîyên herdu welatan û şerê dijî Daişê kir.

Adil Cubeyir, îro gihiştibû Bexda û ji alîyê Îbrahîm Ceferî, wezîrê derve yê Îraqê ve hatibû pêşwazî kirin û biryare her di çarçoveyê serdana xwe da, Cubeyir di gel Fuad Mehsûm, serok komarê Îraqê jî da kom bibe.

Di demê 14 salên borî da, ev yekem serdana berpirsekî bilind yê Siûdîyê ye bo Îraqê, berî niha ji ber şerê rejîma Beesê ya Îraqê û Kuwêtê, Siûdîyê hemû peywendîyên xwe di gel Îraqê da qut kiribûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.