Wezirê bajarvanî û jingehê seredana Amedê kir

Wezirê bajarvanî û jingehê seredana Amedê kir
WAAR_Amed:
Wezirê Bajarvanî û jingehê Murat Kurum ji bo lêkolinan li ser kiryarên wezareta xwe bike seredana Amedê kir. Kurum li gel parêzgehê Amedê Hasan Basrî Guzelogu, qeyyumê Şaredarîya bajarê mezin ya Amedê Cumalî Atilla û reveberên AKPê yên Amedê seredana pira dehderî û ew parqa kêleka pira dehderî hatî çêkirin ya bi nava Dicle Vadisi kir.
Wezir ji vê derê derbasî Sura navçeya Amedê bû û lêkolin li ser ew avahîyên piştî qedexeyê şuna wan avahîyê jinav hatî birin hati çêkirin kir.
Wezir Kurum piştî wê jî seredana esnafên Surê kir û ji wêderê jî derbasî avahîya parêzgehîya Amedê ya di nav Sure de bu û li vê derê daxuyanîyeke da çapemenîyê.
“Bi sistema serokatîyê hinek lijneyên nu bi wezarete me ve hatin girêdan. Bi şiklî emê biryara zutir û xurttir bistinîn. Ev derên em lê gerayîn bi terorê û xendeka ji navbirin. Bi rastî yên ji berîya me hatî zêde xebitîne. Emê ew emanetê me standî bilindtir bikin. Amed bajareke geştiyarî û dirokîye, divê em Amedê bikin bajareke wiha ku herkes bê bigere, bêhna xwe vede û demên xweş derbasbike. Divê em vêyajî demek zu de bikin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.