Wezareta Darayî: li jivana lîstên Wezartên Navxwe û Pêşmergey ne

Wezareta Darayî: li jivana lîstên Wezartên Navxwe û Pêşmergey ne

WAAR_Duhok:

Wezarta Darayî ya Herêma Kurdistanê radigehîne; Ew li jivana lîstên her yek ji Wezaretên Navxwe û Pêşmergey ne, ji bo wê yekê mûçeyê wan li gorî sîstema nû bê belavkirin.
Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê diyarkir: Îro mûçeyên her yek ji wezaretên xwandina bilind û darayî li gorî sîstema nû dest bi belavkirina wan hat kirin û niha ew çaverêya lîstên Wezaretên Navxwe û Pêşmergey diken, ji bo ko mûçeyê wan jî bi sîstema nû bê dan.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê li dawîya meha borî sîstema nû ya mûçey pesend kir, li gorî w rêjeya herî kem ya paşkewtî 10% ye.
Ew sîstem ji bo hemû wezaretan dê bê peyrewkirin, tenê wezaretên Navxwe û Pêşmergey nebe ko wezareta Darayî 12 milyar dînar ji bo terxan kirîne û ew wezaret dê lîstên xwe li gorî wî kujmey rêkbêxin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.