Trump li Amerîkayê “rewşa ne asayî a neteweyî” ragihand

Trump li Amerîkayê “rewşa ne asayî a neteweyî” ragihand

WAAR_Duhok:

Serokê Amerîkayê Donald Trumo “bûyerên şîdetê” yên ku li başûrê welêt diqewimin hincet nîşan da û li welêt “rewşa ne asayî a neteweyî” ragihand.

Serok Trump li Qesra Spî civîna çapemeniyê li dar xist û der barê mijarê de agahî dan û paşê danezana Serokatiyê ya ku li welêt rewşa neasayî a neteweyî radigehîne îmze kir.

Trump di danezana îmze kir de got ku “Ez li gor rayeya ku destûra bingehîn a Amerîkayê da min ji ber acîliyeta li sînorên başûr rewşa neasayî a neteweyî radigehînim.”

– Demokratan bertek nîşan da

Piştî ku Serok Trump li welêt rewşa neasayî ragihandî kesên sereke yên Partiya Demokrat bertek nîşanî biryarê dan.

Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosî û Senatorê New Yorkê Chuck Schumer der barê mijarê de daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Serok bi awayekî dereqanûnî qeyranekî ku tune wekî heye nîşan dide û ev yek jî bi awayekî cidî îxlalkirina destûra me ya bingehîn e û welatê me bêewletir dike.”

Trump daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya îro de gotibû ku “Gelekî hişbir dikeve welatê me, piraniya vê jî ji sînorên başûr tên. Ji ber vê me li sînorên başûr gelekî mirov girtin. Rewşa neasayî a neteweyî ji ber gelek sedemên hêsantir berê niha çendî caran hat ragihandin. Tu kesî jî dengê xwe dernexist. Em qala dagirkeriya welêt dikin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday