Tirkîyê nerazîbûna xwe ji bo bilind kirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê nîşanda

Tirkîyê nerazîbûna xwe ji bo bilind kirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê nîşanda

 

Waar–Duhok:

Peyvdarê wezareta derve ya Tirkîyê li dor bilind kirina alayê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê ragîhand; destûra Îraqê behsa deverên nakokî li ser hene kirîye, her tevgerek yekalî wê rewşa seqamgîrî ya Îraqê têk bide.

Hisên Muftuoglu ragîhand; pirsa sînorên deverên pirsgirêk li ser hene, di distûra Îraqê da hatîye behs kirin, her tevgereka  berjewendîya alîyekî bike wê zîyanê bighîne hewlên li hev nêzîkbûnê û seqamgîrîya Îraqê.

Muftuoglu li dor daxwaza parêzgarê Kerkûkê bo bilind kirina alayê Kurdistanê li kêleka ya Îraqê li ser dam û dezgehên hukmî li Kerkûkê ragîhand; Tirkîyê pêşwazîyê li wê daxwazîyê nake, nexşe rêya taybet bi deverên nakokî li ser jî, di distûra Îraqê da hatîye dîyar kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *