Sirî Lanka: Di pevçûnan de 6 jê zarok 15 kes hatin kuştin

Sirî Lanka: Di pevçûnan de 6 jê zarok 15 kes hatin kuştin

WAAR_Duhok:

Li Srî Lankayê polêsan avêtin ser malekê û di pevçûnê da 15 kes hatin kuştin.

Berdevkê Polêsan Ruwan Gunasekara got ku wan li ser îxbara ku milîtan xwe li malekê vedişêrin operasyon daye destpêkirin.

Gunasekara got di operasyonê da pevçûn derket û jê 6 zarok bi tevahî 15 kes hatin kuştin û 3 şikbar jî birîndar bûn.

Gunasekara got ku kuştina zarokan bi xeletî çêbûyê û wan hizir kiriye ku ew hemû terorîst in.

Li Srî Lankayê roja yekşemê li dêra St. Anthony’s a li Kochchikadeyê, li dêra St. Sebastiana Katanayê, li dêra Dayika Meryem a li Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Kolomboyê êrîşên bibombe hatibûn kirin.

Piştî van êrîşan li banliyoya Dehiwalayê û li banliyoya Dematogoyê yên li paytext Kolomboyê jî teqîn çêbûbûn.

Li gor agahiyên ku ji meqamên Srî Lankayê hatin dayîn di êrîşan de 253 kes mirin.

DEAŞa rêxistina terorê berpirsyariya êrîşan hildabû li ser xwe.

Babetên bi vê mijarêve girêday