Şêx Cefer: Tevlîbûna rêzên Heşda Şebî ji xîyanetê mezintire

Şêx Cefer: Tevlîbûna rêzên Heşda Şebî ji xîyanetê mezintire

 

Waar–Duhok:

Fermandarê yekeya 70ê ya pêşmergeyên Kurdistanê ragîhand; nav nivîsîna gencan ji bo nav rêzên heşda şebî ji xîyanetê mezintire.

Şêx Cefer Şêx Mistefa ji bo malpera fermî ya Partîya Demokrata Kurdistanê ragîhandîye; Heşda Şebî qeyrana darayî û nebûna kar ji bo gencên Kurd weku firsatekê dibîne.

Şêx Cefer aşkere jî kir; ew gencê Kurdê diçin nav Heşda Şebî, hesta Neteweyî ya wan lawaze, hoşyarî jî dan; her dema tirs bikeve ser Kurdistanê, Kurd bi giştî wê bersîngan lê girin.

Ragîhand jî; nivîsîna navên Kurdan ji bo rêzên Heşda Şebî plane, sereray cudahîya mîlîsên Heşdê jî, lê hemû li ser astê Kurdan û destkeftên wan yekdengin.

Berpirsê yekeya 70ê ya pêşmerge got jî: eger tevlîbûna gencan dinav Heşdê ji bo dîjatîya Kurdistanê be, dikeve di warê xîyanetê da, her Kurdekî piçek heş hebe tevlî Heşdê nabe.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.