Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Konsulê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  û Konsulê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê civiyan

WAAR_Duhok:

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Konsulê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Wagn û şanda li gel re civiya.

Îro piştî nîvro 7.1.2019 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Wagn  û şanda li gel kir.

Di civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistan û Amerîka di qonaxên borî de û zêdekirina pêwendiyan, rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê û rewşa penaberan hat gotûbêj kirin.

Kunsilê Amerîka spasiya alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji koçber û penaberan re kir û tekezî li ser alîkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê û civaka navnetewî de kir.

Di hevdîtinê de jî behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hat kirin, Nêçîrvan Barzanî ronî bir ser hewlên pêkanîna kabîneya nû û berdewamiya çaksazî û dawî pêşhateyên pêwendiyên Hewlêr û Bexda.

Steve Wagn siyaste hikûmeta derbarê çanda pêkvejiyan û lêborînê blind nirxand û spasiya dezgehên hikûmetê li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo kunsilxaneya welatê wî li Hewlêr kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.