Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan çû Amerîka

Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan çû Amerîka

WAAR_Amed:

Serokkomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan berî biçe Amerîka li Firokxaaneya Esenboga ye kongreyeka rojnamewanî pêk anî.

Erdogan wiha axivî: ”Em ve seredanê di demekê pirsgirêkên me û Amerîka heyî pêk tînin. babetên têkoşîna li hemberî terorê, ewlehîyê, yên bergirî û takilîyên dualî dê bên gotûbejkirin. Bazirganîya me eve ku em bînin asta 100 milyar dolar.

Pirsgirêka rexistina Gulenî jî babetêk herî giringe û emê vê jî gotûbêj bikin. Jibo radestkirina Gulenî emê dîsa bi biryar daxwaz bikin.

Pirsgirêka Sûrî jî emê nîkaşbikin û tekoşîna li hemberî DAIŞ û YPGê jî ve bê gotûbejkirin. Me dest bi derveyî sînorkirina endamen daişê kir heta niha me hizirdikir, bila niha ev hizir bikin. niha ev ketin metirsîyê bila ev biryara xwe bidin. Pêvajoya operasyona Kanîya Aşîtîyê jî emê berfireh gotûbêj bikin û emê bêjin PKK/YPG jî weke DAÎŞê ye û hevdîtina Ferhat Abdî Şahîn (Mazlum Kobanî) jî çiqas xelete eme nîşanî wan bidin û belgeyên li ser wî emê bidin wan. Ligor rêkeftinên me hêj wek me reve neçûye. Herema ewlehîyê jî dê bê gotûbêjkirin û plansazîyên xwe jî emê bînin ziman. Teybet em dikarin bêjin ji sînorê Îraqê heta Cerablusê li nava ve herêma ewlehîyê de ye emê ji wan re nîşanbidin. Jibo pirsgirêk bên çareserkirin em û Trump wek hev di hizirin. Me pêngavên baş avêtine heta niha. Şandeyên me jî ve hevdîtina bikin û emê kongreyeka rojnamewanî ya hevpar pêk bînin. Têkoşîna li hemberî terorê babeta me ya sereke ye.”

Erdogan pirsên rojnamewanan bersivand û wiha berdeam kir: ”Em nikarin bêjin heta niha rexistinên terorî mixabin ji ve deverê derketine. Duh li Qamişlo çalekîyeka terorî pêk hat. Li Minbîçe û Girê Spî û Tel Rifate jî hene. Ne Rûsya ne Amerîka deme dayî me de ev herêm paqij nekirine. Piştî hevdîtina me û Trump piştî wegere ezê Putîn re jî hevdîtineka telefonê bikim. Li îdlibê jî pirsgirêk hene û berdewam dikin. Yekîtîya Awropa hinek tişt ji bîr dikin. Ji berîya hertiştî em, Yunanîstan û Îngîltere garantorê Qibrise ne hinek mafên me yên navneteweyî hene. Hinek dewletê mafen wan tuneyî ten li wêderê kar dikin, belê destûrê nadin me dibêjin emê kiryara bikin ji 1959ê ji 1963ê ye heta niha hun kiryara li hemberî Tirkîyê pêk tînin. Heta niha hewe em ne standine endamtîya Yekîtîya Awropa. Ev muzakereyên me û Yekîtîya Awropa dibe dawî bên. Nezî 4 milyon welatîyên Sûrî li Tirkîyê ne û hezaran endamên DAIŞê li girtîgehandene. Hu wiha berdewam bikin ev derîyê wan dê bên vekirin û emê wan rêkin dewletên wan hun wî demî bi hizirin. Tekoşînek gelek giring heye weke şerêkî cîhanîye. Amerîka 33 hezar erebe çek û alîkarî rêkirine ji rexistina terorî re ev e li hemberî ke ben karanîn. Hertim êrîş li hêzên me tên kirin. Yen tên kuştin kîne hezên me ne 11 supayên me hatine kuştin 163 birîndar bûne. 202 mîlîşîa mirine 656 birîndar bûnê. 21 sivîl mirine 184 birîndar bûne hesabe ve kîye bide. Em niha geryana dikin belê encam tunene. 4 hezar kom yen çarkoşe hene em tekoşîna xwe berdewam dikin û emê bikin. Me divê em Amerîka û Rûsya re karên xwe berdewam bikin. Tiştek giringtir heta niha NATO ye denge xwe ne kirîye divê evjî tevlî ve tekoşîne bibe. Li kombûna Enqere Ev endame DAIŞê maye ser sînor, nemaye ser sînor ev ne xema me ye.”

Babetên bi vê mijarêve girêday