Serokê lijneya bilind yê hilbijartinên Tirkîyê me 6 hezar û 158 dengên sixte ye kesên temenên wan ji 100 sali zedêtir betal kirin

Serokê lijneya bilind yê hilbijartinên Tirkîyê me 6 hezar û 158 dengên sixte ye kesên temenên wan ji 100 sali zedêtir betal kirin

WAAR_Amed:

Serokê lijneya bilind ye hilbijartinen Tirkîyê Sadî Gûven di daxuyanîyeke de eşkere kir ku 57 milyon û 93 hezar 985 kesê mafe dengdarîye hetî ve di hilbijartinen 31ê Adarê de bikarin denge xwe bidin.

Gûven anî ziman ku li ser bervedanîyen partîyen sîyasî li hemberî sixtekarîyan xaru xebaten xwe berdewam dikin û wiha got: ”Li gor sîsteme kesêk nikari 2 caran denge xwe bide an li 2 deran be nivîsandin. Teybet jibo hilbijartinen muxtara hinek miroven wan kesan denge xwe dibin wan cihan. Li ser lekolînan 56 hezar û 495 kesên dengên xwe birîn cihen ev le na runin me dan rawestandin. Herwiha kesên temenen wan ji 100 salîye zedê bala me kişand û piştî lekolîne me 6 hezar û 158 dengen sixte ye kesên temenen wan ji 100 sali zedêtir betal kirin.”

Gûven li ser pirsgireka dengdaren welatîyen Surî jî wiha axivî: ”Penaberên Surî yen ne hemwaltîyên Tirkîyê nikarin denga bidin. Dibe ji Bulgarîstanê, Yunanîstane û ji Rûsya jî hinek kesên hatibin mafe hemwelatîye bi destxwe xistibin ev ne pirsgiremine. Em tenê li nasnameyên wan dinerin. Revebirina hilbijartinen zor û zehmete em dibêjin berpirse sindokan û nûneren partîyen sîyasî yên li ser sindokan desture nede şaşîyan. Me dive nûneren partîyan li sindoqa xwedî derkevin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday