Serok wezîrên Îraqê bi serokatîya şandaka bilind serdana Almanya dike

Serok wezîrên Îraqê bi serokatîya şandaka bilind serdana Almanya dike

 

Waar –Duhok:

Serok wezîrên Îraqê bi serokatîya şandeka bilind ê hikûmeta Bexda seredana Almanya dike û biryare xurtkirina peywendîyên Bexda û Berlîn di warê aborî û berhingarbûna terorê giringtirîn tewerên kombûna wî bin digel rayedarên Almanî.

Rafid Ciburî peyvdarê nivîsîngeha fermî ya Heyder Ebadî ragîhandîye: îro pêncşembê Ebadî dê bighêje Berlîn û seredana wî bo demê dû rojan berdewam be û hevdîtina herdû alîyan dê li ser hevkarîyên herdu alîyan bin di warê aborî û berhingarbûna terorê da.

Her li gor zanyarîyên nivîsîngeha serok wezîrên Îraqê, biryare di seredana xwe da Ebadî digel Ancîla Mêrkil şîretkara Almanya jî kombibe.

Babetên bi vê mijarêve girêday