Serok Barzanî : Di vê roja pîroz de, ku sala bûrî we biryar li ser çarenivîsa xwe da û dîrokek tomar kir

Serok Barzanî : Di vê roja pîroz de, ku sala bûrî we biryar li ser çarenivîsa xwe da û dîrokek tomar kir

WAAR_Duhok:

Îro kernevala cemawerî ya mezin a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li yarîgeha Fransiwa Herîrî li bajarê Hewlêrê û salvegera yekê ya refranduma serxwebûna kurdistanê hat sazkirin û Serok Barzanî  gotareke dîrokî pêşkêşkir:

Serok Barzanî di gotara xwe de got: “Di vê roja pîroz de, ku sala bûrî we biryar li ser çarenivîsa xwe da û dîrokek tomar kir, pîrozbahiyê wê rojê li we dikim û spasiya dilsozî û xweragiriya we dikim. Wan tiliyên ku di wê rojê de we pê deng dane serxwebûna Kurdistanê maç dikim.”

Serok Barzanî ragihand, mafekî sirûştî ye her miletek biryarê li çarenivîsa xwe bide. Sala bûrî we wek me biryar li çarenivîsa xwe da. Lê mixabin bi xirabî hat ravekirin. Divêbû ji we bihata pirsîn, we biryar xwe de, ma derdê we çi ye? Li şûna ew bên kesûkarên enfal, kîmyabaran û xelkê derbider qerebû bikin, hewl dan sizayên giran danin ser vî xelkî. Ne tawan e xelk bibêje dixwazin wiha bijîn. Kesî negot emê roja din serxwebûnê rabigihînin, lê mixabin careke din dibêjim bi xirabî hat ravekirin û sûd ji wê rojê dîtin. Bi nerîna me, me ti carî li dijî destûr gav neavêtin.”

Herwiha got: “Di destûr de hatiye (Pabendbûna bi vê destûrê, yekgirtiya Iraqê ya azad diparêze) heger destûr bihata cibicîkirin, me bîr li referandûm nedikir. Lê hemû derî li pêş me girtin, ti hêvî nehîştin bo em bi hev re bijîn û hevpar bin. Ji vê jî derketin û xwastin me siza bidin. Hemû sînorên me bezandin û xwastin vîna me bişikînin û rûmeta me bişikînin. Ji ber wê me biryar daye, bimirin û nehêlin ne rûmet û ne vîna me bişike.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.