Serok Barzanî: Dê pêdaçûnê di peywendîyên digel Amerîka de bikeyîn

Serok Barzanî: Dê pêdaçûnê di peywendîyên digel Amerîka de bikeyîn

WAAR_Duhok:

Serok Barzanî ragihand; Ew ji biryara referandomê poşman nîne û eaşkerajî kir; Ji ber helwêstê Amerîka dê pêdaçûnê di peywendîyên Hewlêr û Waşinton da bê kirin.
Di yekem dîdar da piştî referandomê Serok Barzanî hevpeyvînek di gel radyoya NPR ya Amerîkî kirîye ku wê rojnamevanê tenê hind tuyt ji dîdarê belavkirîne û daye zanîn ku dirêjahîya dîdarê îro dê bê belavkirin û têda Barzanî gotîye: Ew bi ti rengan ji biryara referandomê poşman nîne.
Serok Barzanî da zanîn jî: Wan pêşbînîya van karvedanên dijwar ji Bexda nedikir, wan pêşbînî dikir ku Bexda dorpêçên aborî bidane ser Herêmê û sinoran dabêxe, lê ti caran wan hizra êrişên serbazî ne di kir.
Serok Barzanî bas li helwêstê Amerîka û Rûsya jî kir û got: Herêm dê pêdaçûnê di peywendîyên xwe yên digel Amerîka da bike, jiberku Amerîka li dijî Herêmê piştevanî li Îraqê kir lê helwestê Rûsya gelekê erênî û di cihê xwe daye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.