Sekna Saziyên Sivil ya li hemberî qeyyuman

Sekna Saziyên Sivil ya li hemberî qeyyuman

WAAR_Amed:

Piştî biryara Wezarata Navxweyî ya durxistina hevşaredarên HDPê û tayin kirina qeyyuman bertek zêdedibin.

Saziyên sivil yên li Amedê ji bo sekna xwe nişanbidin daxuyanîyeke hevbeş parvekirin.

Daxuyanî li avahîya Baroya Amedê hat dayîn. Daxuyanî li ser nevê saziyan serokê Komeleya Mafên Mirovan (İHD)e yê şaxa Amedê Abdullah Zeytun xwend û got:

“Şaredarîyên Amed, Merdin û Wanê yên ku di destê HDPê de qeyyum hatin tayin kirin. Di demê qeyyum hatî tayin kirin heman demê de bi sedan endam û revebirên wan ji hatin desteserkirin. Herwiha çalekîya welatîyan ya li hemberî van qeyyuman ya li ber derîyê şaredarîyê bi tundî hat mudaxalekirin. Bi vê mafê çalekî û raman diyarkirinê ya ku bi zagona bingehîn hatî temin kirin ji aliyê polisan ve hat binpêkirin.
Em weke saziyên sivil bang li hukumetê dikin ku bila dev ji van mudaxaleyên bi vî şewayî berde û demildest şaredarên gel bên ser karên xwe. Em bangî aliyên demokratxwaz ji dikin ku bila li hemberî van kiryarên antîdemokratîk yên hukumetê bên ba hev û deng derxin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday