Şandeya Tirkîye ya jibo gotubejkirina pirsgirekan ji Amerîka vegerîya

Şandeya Tirkîye ya jibo gotubejkirina pirsgirekan ji Amerîka vegerîya
WAAR_Amed:
Şandeya ji 9 kesan pak dihat ya bi serokatîya cihgirê wezîre derve yê Tîrkîyê Sedat Onal ku jibo gotûbêjkirin û çareserkirina nakokiyên di navbera Tirkîye û Amerîka de dê piştî hevdîtina wegerîyan Tirkîye.Şandeye li ser hevdîtinen xwe tu agahî nedan.
Berdevka wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert e li ser seredana şandeya Tirkîye û hevdîtinen herdu dewletan di kongreyeka rojnamewanîde axivî û got:
”Di navbera şandeya ji Tirkîye hatî û reyadaren Amerîka de hevdîtinen berfireh hatin kirin û me bi biryarî daxwaza vegerana keşeye Amerîkî Andrew Brunson ji bo Amerîka xwest. Em naweroka ve hevdîtine li hemberî ciwake nîkaş nakin belê peşveçûna ve pevajoye giredaî wegerana keşe Brunsonê.
Hejaye gotinêye peyvendîyen Tirkîyê û Amerîka ji ber nakokiyên piştgirîya YPGê li Sûriyê, girtin û darizandina qeşeyê amerîkî Andrew Brunson bi tohmeta piştgiriya li terorê ji aliyê Tirkiyê ve û girtin û sizakirina cihgire revebire giştî ye banqa fermî Halkbankê teybet jî kirîna sîstema S400an ji Rûsya bûne sedema aloz bibûn.
Herwiha sizakirina her du wezîrên navxwe û dadê yên Tirkiyê ji aliyê Amerîkayê ve û berteka Tirkîyê li hember vê biryara Amerîkayê sizakirina her du wezîrên navxwe û dadê yên Amerîkayê ev alozi zedêtir kirin. Sedema van alozîyan teybet dolare Amerîkî li Tirkîyê piştî van babetan zedêtir dibe û ev jî kartekê ne baş li ser aborîya hukumete û welatîyan dike.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.