Rojhelatê Kurdistanê.. Di vê heftîyê da du zarokan xwe kuştîye

Rojhelatê Kurdistanê.. Di vê heftîyê da du zarokan xwe kuştîye

WAAR_Duhok:

Di vê heftîyê da 2 zarokan li Rojhelatê Kurdistanê xwe kuştîye û hejmara kesên xwe kuştî ji destpêka salê gehişt 192 kesan.

Rêkxistina Hengaw ya Mafên Mirovî ya Rojhelatê Kurdistanê diyar kir; Di vê heftîyê da 2 zarokên Rojhelatê Kurdistanê bi navên Hadî Semedyanê 15 salî û Îlahe Rehîmîya 12 salî ji bajarê Seqizê ji ber pirsgirêkên malbatî dawî bi jiyana xwe înaye.

Hengawê aşkera jî kir; Diyardeya xwekuştinê ji ber pirsgirêkên malbatî û aborî li Rojhelatê Kurdistanê ber bi zêdebûnê ye û ji destpêka salê 192 kesan xwe kuştîye.

Amarên xwekuştinê li Rojhelatê Kurdistanê

 

  • Ji destpêka ev sale 192 welatîyan xwe kuştîye
  • Di vê heftîyê da 2 zarokan xwe kuştîye
  • Her mehekê 23 kesan xwe kuştîye
  • 93 xwekuj jin û keç bûn
  • 46 xwekuj zarok û sinêle bûn
  • 10 xwekuj di ser temenê 50 salîyê da bûn
  • Sedemên serekî yên xwekuştinê hejarî û pirsgirêkên malbatî ne

Babetên bi vê mijarêve girêday