Rojavayê Dicle: pêşmerge 10 terorîstên Daişê kuştin

Rojavayê Dicle: pêşmerge 10 terorîstên Daişê kuştin

 

Waar –Duhok:

Şevîdin tobxaneyên hêzên fermandeya pêşmergeyê zêrevanîyê bi hevkarî digel frokeyên şerker yên hevpeymanan li mîhwerê rojavayê Dîcle du grubên Daişê ji navbirin û zêdetir ji 10 çekdarên din jî yên Daişê kuştin.

Li gorî jêderekî ji fermanda hêzên pêşmerge bo War, şevîdin terorîstên Daişê li bilindahîyên Badoş li hemberî doryana Keskê, li mîhwerê rojavayê Dîcle bi çekê giran ji alîyê hêzên fermandeya pêşmergêyên zêrevanîyê ve hate bombebarankirin û çend cihên wan hatine jinavbirin û zêdetir ji 10 çekdarên Daişê hatine kuştin.

Got jî, frokeyên hevpeyman jî sê caran bombebarankirina wan cihan kirîye û di encamda hemû endamên du grubên terorîstên Daişê hatine kuştin.

Babetên bi vê mijarêve girêday