Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 15`emîn a Serhildana 12`ê Adarê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 15`emîn a Serhildana 12`ê Adarê daxuyaniyek da.

WAAR_Duhok:

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 15`emîn a Serhildana 12`ê Adarê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser di destpêka daxuyaniyê de ev tişt got: “Di 12`ê Adarê de salvegera 15`emîn a Serhildana Qamişlo ku di sala 2004`an de pêk hat, tê de rejîma Baasê xwest fitneyê bixe navbera Kurd û Ereban. Rejîmê bi rêya komên xwe di maça futbolê ya di navbera tîma Fitiwê û Cîhad de,  bi dehan Kurd ji ber îşkenceya zêde şehîd bûn û gelek kes binçav kirin.”

Rêveberiya Xweser di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku Komkujiya Qamişlo bi destê kesên ku nehişt demokrasî li Sûriyê pêk were, pêk hat û wiha dewam kir: “Hikumetê bi hişmendiya netewedewletê tev geriya, dewleta şovenîst ku her tim hewl dide dijminahî û fitneyê bixe navbera gelan û fikra xwe dispêre rêxistina yekalî û tekane.”

Rêveberiyê diyar kir ku şoreşa Bakurê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser pergala demokratîk radibe, pergala hemû fikrên gelan, şoreşa demokrasiyê, yekbûna civakê ku niha li pêşiya her kesê ku azadiyê red dike, sekinî û wiha domand: “Qurbaniyên avakirina tevliheviyê, di nav de yên sala 2014`an, pergaleke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk ava kir. Niha jî beşdarî rêveberiya demokratîk a hevpar dibin, ev proje bersiva herî guncaw ji Komkujiya Qamişlo û hewldanên pêxistina fitneyan di nava pêkhateyan de ye.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de şehîdên 12`ê Adarê bi bîr anîn û wiha got: “Bi boneya salvegera Serhildana Qamişlo em soz didin şehîd û gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê li ser şopa şehîdên 12`ê Adarê û rêgezên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bin, heta ku em bigihîjin Sûriyeke demokratîk, pirreng û gihandina rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê.”

Babetên bi vê mijarêve girêday