Rêbaz Mihemed: Bexda 300 milyar dinar şandîye herêma Kurdistanê

Rêbaz Mihemed: Bexda 300 milyar dinar şandîye herêma Kurdistanê

muceerere2

Waar –Duhok:

Wezîrê darayî ya herêma Kurdistanê taybet bo War ragehand, ji wê pêşîneya ku biryare Bexda radestî hikûmeta herêmê bike, 300 milyar dînar gihiştîye û li pêncşemba bê gujmê ku maye, dibin (dused û heştê û sê) milyar dînar wê bo herêmê bên rêkirin.

Rêbaz Mihemed got jî: “ev pare yê ku Bexda bo herêmê hinartîye bo mûçeyane, lê ji ber ku mûçeyê herêmê zêdetirin ji (heştsed û pêncî) milyar dînaran, pêdvîya herêmê nayên qedandin.

Pêştir hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê rêkevtîne, herêm rojane 150 hezar bermîlên petrolê bi rêya Bexda rewane bike, li himber da Bexda 500 milyon dolaran bo herêmê bişîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday