Pêleka din ya berf û baranê di rêdeye

Pêleka din ya berf û baranê di rêdeye

Waar–Duhok:
Rêveberîya seqanasîya herêmê ragîhand: sibê dê pêleka din ya berf û baranê herêmê vegire û pêşbînî jî tê kirin, berf li senterê bajarên Duhok û Silêmanîyê bibare.
Di ragîhandinekê da seqanasîya herêmê îro belav kirîye: li gor pêşbînîyan îro li bajarên Hewlêr û Slêmanîyê û Duhok û Kerkûkê, esman dê nîv ewr be, lê sibê berf dê li deverên çîyayî bibare û tê pêşbînîkirin li senterê bajarên Duhok û Silêmanîyê berf bibare.
Li gorî pêşbînyên seqanasîya herêmê, îsal rêjeya baranê li devera Dînarte ya ser bi parêzgeha Duhokê ve barîye ku heta niha 428 milîmên baranê barîne û kêmtirîn rêje jî li deverdarîya Xebat ya ser bi parêzgeha Hewlêrê barîye û tenê 97 milîmên baranê barîne.
Herwesa seqanasîya herêmê amara berf barînê ya 24 demjimêrên borî jî aşkere kirîye û daye zanîn: li devera Hacî Omeran 55 santîmetrên berfê barîye ku zêdetirîn rêjeye li sernaserî Kurdistanê û li Amîdîyê jî 44 santîmetir barîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.