PDK: Parlemanto nabe sedem Referandom nehê kirin

PDK: Parlemanto nabe sedem Referandom nehê kirin

WAAR_Duhok:

Berpirsê peywendî ên navxwe ên Partî radigehîne; Wan pakêcek arastey Goranê kir û her dema razîbû gotubêjan li ser biken partî dê amade be jareka din kombibin.
‘Elî Hsên berpirsê peywendî ên nîştmanî ên Partî Demokratî Kurdistan PDKê îro di daxuyanîyekê de ji bo rojnamevan got: PDKe berisva têbînî ên Goranê amade dike, ji bo wê yekê di gel wan da bên gotubêj kirin û diyarkir: Ji bo kombûna bê Partî çaverrêya Goranê dike.
Diyar jî kir: PDKê pakêceka 6 xalî arastey Goranê kir û têbînî ên wan jî wergirtîn, her dema ew amade bûn ji bo kombûnê û gotubêjan li ser wê pakêcê PDKe dê amade be.
Li dor peywendî ên di gel Komela Îslamî  ‘Elî Hsên amaje kir: PDKe bi nîyaze di vî mawey de di gel Komelê kombibe.
Li dor girifta Parlemantoyê Kurdistanê jî got: Boçûnên cuda li ser karakirina Parlemantoy hene lê Perlemanto nabe sedemê ku Referandom nehê kirin.
Her yek ji Ppartî Demokratî Kurdistan û Tevgera Goranê li 21 vê mehê li Silêmanîyê kombibûn û partî pakêca 6 xalî di wê kombûnê da arastey Goranê kir bû.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.