PDK bi ti awayî piştevaniya paşxistina hilbijartinan nake

PDK bi ti awayî piştevaniya paşxistina hilbijartinan nake

WAAR_Duhok:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) red kir, ku ew li gel paşxistina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê be û ragihand, ku PDK bi ti awayî piştevaniya paşxistina hilbijartinan nake.

Li ser vê mijarê, peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir û ev jî têksta wê ye:

Roja Duşemê 6/8/2018an, di merasîma vekirina têrmînala nû ya firîngeha Silêmaniyê de, birêz Qubad Talebanî ragihand, ku hemû partiyên Herêma Kurdistanê li gel paşxistina hilbijartinan in, lê kes newêre vê yekê eşkere bêje.

Nedibû birêz Qubad Talebanî wî mafî bide xwe û bi navê hemû partiyan biaxive, ji ber ku her partiyek, nerîn û helwestên xwe, bi riya dezgehên xwe dide xuyakirin.

Herwiha em li vir bi zelalî radigehînin, ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bi ti awayî piştevaniya paşxistina hilbijartinan nake.

Peyvdarê fermî yê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê

6/8/2018

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.