Partiyên bakurê Kurdistanê: Em him referandumê him jî encamên wê bi rezdarî silav dikin

Partiyên bakurê Kurdistanê: Em him referandumê him jî encamên wê bi rezdarî silav dikin

WAAR_Amed:

Li Amedê Partîya Azadîya Kurdistan (PAK), Partîya Sosyalista Kurdistan (PSK), Platforma Demokratên Kurdistan (PDK) û Hareketa Azadî bi munasebeta salvegera referanduma serxwebuna Kurdistanê daxuyanîyeke hevpar dan çapemenîyê.

Serokê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik, Serokê PSKyê(Partîya Sosyalist a Kurdistanê) Mesut Tek, Serokê PDKyê(Platforma Demokratên Kurdistanê) Sertaç Bucak beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

Daxuyanîya li avahîya PAKê hatî dayîn li ser navê van partîyta ji aliyê Serokê giştî yê PSKê Mesut Tek ve hat xwendin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku; ”Referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlon a 2017an û encamên wê meşrû ye û em piştgirîyê lê dikin Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe)û li nevçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê ya meşrû, bi awayekî demokratîk li dar ket. Biryara Referandûma Serxwebûnê ji alîyê Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve hatibû wergirtin. Beşdarîya referandûmê ji %72, rêjeya dengên ‘Erê ji bo serxwebûnê’ jî ji %93 bû. Weke te zanîn Emerîka, Rûsya, Ewrûpa û gelek dewletên cîhanê daxwaz kiribûn ku referandûm bê tecîl kirin. Dewletên weke Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê jî, ne bes li dijî referandûmê derketin; ji bo ku rê li ber referandûmê bê girtin jî, çi ji edstên wan hat kirin û bi hevdu re planeke hevbeş meşandin. Gelê Başûrê Kurdistanê, li gel hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derekî û navxweyî jî, bi cesaret, bi biryardarî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %93 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’. Ev helwesta gelê me , herweha bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya netewî bû jî.

Di yekemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din jî îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeye gelê xwe dikin. Wan hêz û aliyên ku bi plan û hewl û tehdîtên xwe nikarîbûn rê li ber referandûmê bigirin, bi alîkariya îxaneta navxweyî û bi destê Heşdî Şahbî , di roja 16yê octobr a 2017an de , careke din Kerkûk û wan nevçeyên ku mijara madeya 140î ne dane dagir kirin. Dagir kirina Kerkûkê û êrîşa 16yê octobrê, binpê kirin û tune hesibandina îradeya meşrû, demokratîk û netewî ya gelê Başûrê Kurdistanê bû.Em careke din jî dagirkirana Kerkûkê û dagir kirina ji %40î zêdetirê xaka Başûrê Kurdistanê rûreş dikin. Hêvî û daxwaza me ji partîyên sîyasî û ji Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku, li îradeye Referandûma 25e Îlona 2017an xwedî derkevin. Em careke din bangî hemû partîyên sîyasî dikin ku ,bi tifaq û yekgirtineke netewî û xurt li destkeftîyên netewî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin, li îradeye refenadûmê xwedî derkevin û her bi hevdu re tev bigerin. Lê xwedî derketina îrade û encama Referandûma Serxwebûnê ya ku di 25ê Îlon a 2017 de li dar ket, divê em weke wazîfeyeke netewî qebûl bikin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.