NYê ji bo diyalog û sekinandina pevçûnên li Yêmenê bangî terefan kir

NYê ji bo diyalog û sekinandina pevçûnên li Yêmenê bangî terefan kir

WAAR_Duhok:

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres got ku ew ji ber pevçûn û bûyerên şidetê yên ku li Adena paytexta Yêmenê ya berwext didomin bi fikar in û ji bo diyalog û sekinandina pevçûnan bangî terefan kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat dayîn, Guterres got ku ji ew bi taybetî ji ber pevçûnên li derûdora Serokomariyê û balafirgehê diqewimin bi fikar in.

Guttteres diyar kir ku seba sekinandina pevçûnan li herêmê û danîna diyalogê bangî terefan kir.

Li Yêmenê demeke dirêj e bêîstiqrariya siyasî heye. Li welêt di navbera Hûsiyên ku Îran piştgiriyê dide wan û hêzên hikûmetê yên Erebistana Siûdî û hêzên Hîzam Emniyê ku Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb piştgiriyê dide wan da ji roja Çarşemê vir var pevçûn derdikevin.

Hûsî ji îlona 2014an vir da Sanaya paytext û hin herêmên Yêmenê di kontrola xwe da digirin. Koalisyona Erebistana Siûdî pêşîkêşiyê dike jî ji adara 2015an vir da li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.

Li Yêmenê di pevçûnên ku 4 sal e dewam dikin da bi hezaran mirov hatin kuştin. Yêmen yek ji welatên herî feqîr ên cîhanê ye û qeyrana mirovî ya ji ber şerê navxweyî jî gelekî zêde bûye.

Babetên bi vê mijarêve girêday