Newşêrwan Mistefa vegeriya Silêmaniyê

Waar–Duhok

Newşêrwan Mistefa, Rêkxerê giştî yê tevgera Goran, piştî ku heft mehên li Berîtaniyayê may , îro spêdê vegerya Silêmaniyê.
Li gorey zanyarîyan, Îro spêdê Newşêrwan Mistefa, rêkxerê giştî yê tevgera Goranê, digel herdu kurên xwe, brêya Firokeyeka taybet ji Londona paytextê Berîtanyayê, gehşitî Firokxaneya Silêmaniyê û yekser berev mala xwe li Girdê Zerdeke çûn.
Newşêrwan Mistefa li 3î îlona sala bûrî bi merema wergirtina çareseriya pzîşkî çûbû Berîtanyayê û li gorey mediyayên Goranê jî, ew bi saxlemiyeka baş vegeryaye herêmê.

Babetên bi vê mijarêve girêday