Necmedîn Kerîm serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir

Necmedîn Kerîm serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir

WAAR_Duhok:

Necmedîn Kerîm parêzgarê dûrxistî yê Kerkûkê vegerî Herêma Kurdistanê û li gel serok Nêçîrvan Barzanî civiya.

Îro li Hewlêrê Necmedîn Kerîm parêzgarê dûrxistî yê Kerkûkê seredana serok Nêçîrvan Barzanî kir û pîrozbahîya wergirtina postê serokatîya Herêmê lê kir û hêviya serkeftinê bo xwast, paşan gotûbêja rewşa niha ya Kerkûkê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kir.

Li meha bûrî Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê li ser skalayeka hikumeta ‘Ebadî ya ser demê referandomê, li Beyrûta paytextê Lubnanê hatibû ragirtin, paşan bi bizavên serok Mes’ûd Barzanî û hikumeta niha ya Îraqê, hatibû azadkirin û şevêdî disa vegerî Herêma Kurdistanê.

Babetên bi vê mijarêve girêday