Nêçîrvan Barzanî û şanda wezareta derve ya Amerîkayê kom bûn

Nêçîrvan Barzanî û şanda wezareta derve ya Amerîkayê kom bûn

WAAR-Duhok:

Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeka wezareta derve ya Amerîkayê kom bû û ragehand: kompanîyên Amerîkî dişên Kurdistanê wek dergeh bo Îraqê bkar bînin.
Serokherêm Nêçîrvan Barzanî evro li Hewlêra paytext li gel Andro pîk, cêgirê harîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karubarên Îraqê, şandeka li gel û Matyo Tûler, balyozê Amerîkayê li Îraqê kom bû dupatî li pêşvebrin û bihêzkirina peyunedîyên herêm û Amerîkayê di hemû biyavan da kir.
Şanda Amerîkî dilixweşîya xwe bi taybet bi bizavên çarekirina kêşeyên Hewlêr û Bexda nîşan da, serokê herêma Kurdistanê jî dupatî li berdewamîpêdana wan bizavan da û herwesa amaje da îmzakirna yadaşnameya şanda jûra bazirganî ya emrîka û êketîya jûrên bazirganî û pîşesazî yên herêmî û ragehand: kompanîyên Amerîkî dişên herêma Kurdistanê wek dergeh bo karên xwe li hemû Îraqê bikar bînin.

Babetên bi vê mijarêve girêday