Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên kirin

Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên kirin

WAAR_Duhok:

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di kongirekî rojnamevanî de, naveroka civîna îro ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanî ragihand û got: Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku pêwîst e hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe de bên kirin.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir, ku di civîna nevbera her du aliyên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de ku doh li Hewlêrê hate encamdan, mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî hatiye gotûbêjkirin û diyar kir: “Me tekez kir, ku divê hilbijartin di dema xwe de werin kirin. Em hêvîdar in hilbijartinek be ku bi rêkûpêk û aramî birêve biçe. ”

 

Serokwezîr Barzanî da xuyakirin, ku ji bo wan a giring ew e Kurd bi hev re herin Bexdayê û wiha axivî:

“Ji bo gelê Kurdistanê ev yek pir giring e, ku hemû aliyên siyasî bi hev re herin Bexdayê. Lê ji aliyê din ve ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ti guftûgoyeke cidî nehatiye kirin. Divê Dadgeha Federalî ya Iraqê encamên bidesthejmartina dengan qebûl bike. Niha li Bexdayê bi fermî ti danûstandinek nebûye û em jî tevlî van guftûgoyan nebûne.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku niha peywendiyên Herêma Kurdistanê him ligel welatên herêmî û him jî ligel welatên din ên cîhanê asayî bûne û anî ziman ku di bernameya wan de heye ku di paşerojê de careke din serdana Tirkiyê bike.

Serokwezîr Barzanî herwiha da zanîn, Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk derbarê paşxistina hilbijartinên Kurdistanê de ti daxwazek nekiriye û got,  hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dê di dema xwe de werin kirin û tekez kir, “ev mesele di hevdîtina li gel McGurk de nehatiye rojevê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Brett McGurk bi ti şêweyekê behsa paşxistina hilbijartinan li gel me nekiriye û hilbijartin dê di dema xwe de birêve biçe.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku “heta niha ti partî û aliyekê bi awayekî fermî daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê nekiriye, ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê were paşxistin.

 

Derbarê dawîn civîna wî li gel serokwezrê Iraqê Heyder Ebadî, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku pêwendiya wê civînê bêtir bi pirsan re hebû, yên di nav Hewlêr û Bexdayê de ne û got: Em di wê baweriyê de ne, piştî pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, emê karibin baştir kêşeyan li gel Bexdayê çare bikin.

Li ser pirsa, “Gelo dê sizayên Amerîkayê çi bandorê li peywendiyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê ligel Îranê bike?” Barzanî wiha  got:

“Heta niha jî meseleya dorpêçên Amerîka bo ser Îranê li cem me ron nîne. Lê misogere ku pêngavên me dê di çarçoveya Iraqê de bin. Li hember vê biryara dorpêçê pêngavên me dê li gorî yên Iraqê bin. Me him ji Amerîkayê û him jî ji Iraqê daxwaz kiriye, ku çarçoveya van sizayan ji me re zêdetir zelal bikin. Me xwest şandeke amerîkî were van tiştan ji me re zelal bike.”

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.