Nêçîrvan Barzanî: Dahatê niha yê Herêmê têra mûceyê fermanberan nake

Nêçîrvan Barzanî: Dahatê niha yê Herêmê têra mûceyê fermanberan nake

WAAR_Duhok:

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wan îro li ser zelalkirina sektora neft û xazê gaveke gelekî girîng avêtiye û ew raporeke şîrketa Deloitte ji xelkê Kurdistanê re eşkere dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Encumena Wezîran civîna çapemeniyê li dar xist û got, “Eger Bexda ji bo şandina mûçeyan cidî be, em dikarin kar hêsan bikin.” Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê 700 milyar dînar deyndarê cotyarên Herêma Kurdistanê ye.

Barzanî herwisa ji bo parêzgarê nû yê Kerkûkê jî derbirî ku PDK û YNKê li ser diyarkirina parêzgarê nû yê Kerkûkê li hev nekiriye û dê civîneke din li dar bixin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser beşdarîbûna hilbijartinên Iraqê jî got, “Di civîna duhî de hat pêşniyarkirin ku hemû partiyên Kurdistanî bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin. Lê bi ti awayî nehat behskirin ku bi YNKê re li ser lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.