Mûsil: Wezîrê bergirîya Daişê hat kuştin

Mûsil: Wezîrê bergirîya Daişê hat kuştin

 

Waar–Duhok:

Di êrîşeka frokeyên şerker da li ser bingehên Daişê li bajarê Mûsilê, wezîrê bergirîya Daişê yê bi navê wezîrê cenga cîhadîyan hate kuştin.

Rojnameya Tayimiz ya Brîtanî li ser navê jêderên serbazî yên Îraqî aşkere kir; Guld Mirad Xalîmof, yê Tacîkistanî, serpereştîya şerê li Mûsilê dikir, ji sê êrîşên frokeyan rizgar bûye, lê di êrîşekê da li heftîya borî hatîye kuştin.

Herwesa dazanîn, Xalîmofî meşqa serbazî li ser destê hêzên Amerîkî wergirtîye, demê xizmeta serbazî li welatê xwe dikir, paşî tevlî Daişê bûye û bilez bûye serkirde di wê rêxistinê da.

Ji alîyê xwe ve jêderên Îraqî ragîhand; Xalîmof berpirsê bi dehan trumbêlên bombe kirî bû, yên berî niha hêzên hevpeymanan li Îraqê dikirin armanc.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.