Mûsil: Hêzên Îraqê zîndana Badoş û taxên nû girtin

Mûsil: Hêzên Îraqê zîndana Badoş û taxên nû girtin

 

Waar–Duhok:

Hêzên Îraqî îro berdewamî dane pêşveçûna xwe li rojavayê Mûsilê, piştî her yek ji taxên Şehîdan û Mensûr, herwesa zîndana Badoş rizgar kirin.

Fermandarîya operasyona qadîmon ya Neynewa ragîhandîye; hêzên Îraqî îro dest bi pêşveçûna xwe bo rizgarkirina taxên mane yên rojavayê Mûsilê kirine, piştî di dema 24 saetên borî da, her yek ji taxên Şehîdan du û Mensûr rizgar kirin.

Dîyar jî kir, ji ber ku hêşta hindek nîşangirên Daişê li taxê Dewase mane, supayê Îraqê livînên xwe li wî taxî jî hene.

Li alîyê din jî, şerên dijwar niha li taxê Egêdat berdewamin, dîsan hewlên girtina her yek ji taxên Muelmîn, Emil û Umal du tên kirin.

Operasyona rojavayê Mûsilê li 19 Şubata îsal destpê kiribû, heta niha 12 taxên wî alîyê bajar hatine kintrol kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.