Mûsil: 8 serkirdên Daişê hatin kuştin

Mûsil: 8 serkirdên Daişê hatin kuştin

 

Waar–Duhok:

Frokeyên hevpeymanan, bingehekê Daişê li Mûsilê kirine armanc, berpirsê yekeya bi navê cund elxîlafe û şeş emîrên serbazî kuştin.

Fermandarîya operasyonên hevpişk yên Îraqî ragîhand; frokeyên hevpeymanan bingehê yekeya bi navê cund elxîlafe ya Daişê kire armanc, berpirsê wê yekeyê bi navê Ebu Ebdulrehman Ensarî yê Siûdî, di gel çar serkirdên din yên bi regez Siûdî û yekî Urdinî û behreynî kuştin.

Fermandarîya operasyonên hevşik di beyanekê da aşkere kir; li gorî agahîyên hewalgêrîya serbazî, frokeyên hevpeymanan trumbêlek li alîyê rastê yê Mûsilê kir armanc, Ebu Hemze Elmexribî, berpirsê bombekirina trombêlan li Mûsilê û şofêrê wî têda kuştin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.