Mifayên mijmijan çine?

Mifayên mijmijan çine?

WAAR_Duhok:

Di nava mijmijan (qeysî-zerdele-arûng) de vîtamînên A, B, C, E û hesin, kalsiyum, fosfor, magnezyûm û lîf hene. Bi terî an bi hişkî mirov dikare mijmijan bixwe ji ber ku hezma mîdê û rodiyan hêsantir dike. Mirov têr dihêle, dikare bike mirov qelew nebe û bo qebzê gelek baş e. Taybetmendiya wê ya antîoksîdan, bedenê diparêze û li hemberê nexweşînan berxwedana bedenê zêde dike.

Di nava mijmijan de maddeya “karotenoid” heye ku antîoksîdane, di derbarê mijmijên havînê de mirov dikare bi terî bixwe û di zivistanê de bi hişkî bixwe. betakarotena ku ji karotenoîdane di mijmijan de zêde heye û rengê wê zer, tûrûnc û sor e. Maddeya berya vîtamîna A ye û dema pêdiviya bedenê pê hebe, beden wê dike vîtamîna A yê û bikartîne. Bo dîtina baş, zêdebûn, çermê baş û parastina berevaniya bedenê  zahf baş e.”

Mijmij dil diparêze û dixe nîzamê. Potasyûma navê, edaleyên dil xwedî dike. Bo tansiyon û zexta xwînê başe. Hestî xurt dike. Bo tenduristiya dev û diran başe. Birînên nava dev baş dike. Bo bêxwîniyê başe. Di mijmija taze de vîtamîna C heye. Bo jinên bi hemil başe ku bo dê û zarokê baş e. Pîratiyê dereng dixîne û çermê mirov taze diparêze.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.