Mezlûm Kobanî: Divê devera aram ji çemê Firat û ta çemê Dîcle be

Mezlûm Kobanî: Divê devera aram ji çemê Firat û ta çemê Dîcle be

WAAR_Duhok:

Fermandarê Giştî yê  Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê radigihîne: divê devera aram di navbera çemê Firat û çemê Dîcleyê de bê avakirin.

Mezlûm Kobanî ragihand:  Li gor nerîna Tirkiyê devera aram dê ji Girê Spî û Serê Kaniyê de, lê HSDê dixwaz dike ew herêm ji çemê Firat û ta çemê Dîcleyê lixwe bigire, ji bo ew herêm ji êrîşên Tirkiyê bêne parastin.

Mezlûm Kobanî diyar kir: Danûstandinên wan ên ne rasterast bi Tirkiyê re hene, lê ta niha ew ne gehane ti encamekê û dê ew danûstandin berdewam bin ta digehin encamekê.

Li dor dirustkirina devera aram di navbera Girê Spî û Serê Kanyê de fermandarê HSDê ragehand; Ewan daxwaz ji alîyên peywendîdar kirîye hemû sinorên rojavayê Kurdistanê di gel Tirkiyê bibe devera aram, lê Tirkiyê dixwaze ew dever bi tenê di navbera Girê Spî û Serê Kanyê de be.

Ev ji di demekê de ye şandeke leşkerî ya Amerîkayê bi armanca avakirina navenda operasyonên hevbeş bi Tirkiyê çend rojin li Tirkîyê ne.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday