Mesûd Barzanî û Hadî Amirî peywendîyeke telefonî encamda

Mesûd Barzanî û Hadî Amirî  peywendîyeke telefonî encamda

WAAR_Duhok:

Di pêwendiyeke telefonî de Mesûd Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Fetih, Hadî Amirî encamên hilbijartinan nirxandin û tekezî li ser pêwîstiya lezêkirin di cîbicîkirina daxwazên xelkê de kirin.

Li gor daxuyaniya ofîsa Hadî Amirî : “Mesûd Barzanî pêwendiyeke telefonî li gel Serokê Hevpeymaniya Fetih, Hadî Amirî pêk aniye. her du aliyan derbarê serkevtina hilbijartinan û pêwîstiya lezêkirin di biichanîna daxwazên cemawerî de gotûbêj kirin.”

Herwiha li gorî daxuyaniyê, Barzanî û Amirî tekezî li ser wê yekê kirine, “xelk li benda wê yekê ne, ku hemû lîst pabendî sozên xwe bin.”

Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî li ser asta Iraqê duyem e û Partiya Demokrata Kurdistanê li ser asta Herêma Kurdistanê yekem e.

Doh roja Sêşemiyê jî ofîsa Serokê Tevgera Sedir, Muqtedar Sedir jî ragihandibû: Birêz Mesûd Barzanî û birêz Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyeke telefonî de birêveçûna hilbijartinan û serkevtina Hevpeymaniya Saîrûn li birêz Muqteda Sedir pîroz kirine.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.