Mesrûr Barzanî: Emê hewl bidin beriya xilasbûna heyama qanûnî kabîneya nû pêşkêşî parlementoy bikin

Mesrûr Barzanî: Emê hewl bidin beriya xilasbûna heyama qanûnî kabîneya nû pêşkêşî parlementoy bikin

WAAR_Duhok:

Serokê nû yê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, dê hewl bidin beriya xilasbûna heyama qanûnî kabîneya nû pêk bînin û pêşkêşî parlementoya Kurdistanê bikin.

Mesrûr Barzanî îro bi polîtburoya PDKê re li ser pêkanîna kabîneya nû civiya. Piştî civînê, Mesrûr Barzanî daxuyanî da û ragihand, dê du rojên serdana bajarê Silêmaniyê bike û partiyên ku beşdarî hikûmetê dibin, re hevdîtin bike.

Mesrûr Barzanî ragihand, post hatine yekalîkirin û tenê C.V a kandîdan werdigirin û guftûgoyê li ser dikin.

Amaje bi wê jî da, pêwîst e aliyên dixwazin beşdarî hikûmetê bibin, kandîdên karibin bibin wezîr pêşkêşî bikin.

Serokê nû yê hikûmetê daxwaz ji partiyên şirîkê hikûmetê jî kir, kesên wisa bikin kandîd ku şiyan û şertên wezîrtiyê di wan de hebin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku ewê hewl bidin beriya xilasbûna heyama qanûnî (30 roj) kabîneya nû pêk bînin û pêşkêşî parlementoya Kurdistanê bikin.

Mesrûr Barzanî piştî ku roja 11ê Hezîrana 2019an ji aliyê Parlemantoyê ve ji bo pêkanîna kabîneya nehem hat kandîdkirin, roja 12ê Hezîranê jî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat raspardin.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday