MELETÎ bajarê bakurê Kurdistanê

MELETÎ bajarê bakurê Kurdistanê

 

 

Meletî li Jora Firatê ye. Dikeve rojavayê Bakurê Kurdistanê. Sînora Meletî li rojhilat Elezîz, li bakur Sêwaz û Erzingan, li rojava Mereş û li başûr Semsûr û li başurê rojhilat Amed ê ve hatiye dorpêçkirin.

Li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê bajarê ku qeyisîyên herî xweş lê çêdibe, wek bexçeya qeyîsiyan tê nas kirin Meletî ye. 28. Bajarê herî qelabalix ya Tirkiyê ye.

BerÎ 3000 salan Hitîtiyan Meletî avakirin e. Navê wê jî di wateya bexçeya fêqiyan, di wateya hingiv de kirine “Malaîdiya”. Piştre Aşûrî bo vi bajarî gotine Milîdia, Romayî gotine Milîta, Militiya. Erebên misilman jî gotine Malatiye. Îro herkes jê re dibêje Malatya an go bi kurdî Meletî.

Nufusa bajarî nêzî 800. 000 ye. Rêka Herîr û Rêka navdar ya Melîkan ji vir derbaz dibe. Navçeyên wê Akçadağ, Arapkîr, Arguvan, Battalgazî, Darende, Hekîmhan, Kale, Kuluncak, Pötürge, Yazihan û Yeşilyurt e.

Bêguman ev navên he piranî bi tirkîne lê Kurdiya wan jî hene. Di dîroka xwe de bûye navendekî wek stêrk ya Melîkiya Kommagene ya berî 2000 salan. Jiber ku li ser cihekÎ gelek strajî ya li dora Rubarê Fêrat û Anatolyayê ye bicîhbûna mirovan li vî bajarî digêje heta berî 6000 salan.

20 ê Nîsanê di sala 1924 ê Meletî bûye parêzgeh. Heta sala 1931 ê Semsûr û hindek navçeyên Semsûrê girêdayî Meletî bû. Di sala 2012 ê bû Xwedan Şaredariya Bajarê Mezin.

Meletî bajarekî çiyayî ye lê mixabin li ser xeta zirzalê ye jî. Gelek caran zirzal lê çêbûne.

Ava Feratê ji rojhilata bajêr dibore. Golên Orduzu û Pinarbaşı ango Serêkaniyê ya herî navdar in. Axên Meletî tije bi madeya alüvyon e ji ber vê jî gelek bi bereket e. Hemû rengê fêqiyan lê şîn tên.

Meletî xwedan aboriyeke mezin û sereke ya Bakurê Kurdistanê ye. Debara bajarî ya sereke qeyisî ye. Fabrîkayên qeyisiyan di kêleka ya tekstîlê kar dike û gelek kes xwedan kar e.

Zanîngeheke mezin ya bi navê Zanîngeha Înönü ji layê aborî ve karîger e. Herwesa bendava Karakaya jî karebe dide hemû bajarî û derûdora xwe.

Bajarekî dîrokî ye û li hemû ciyên bajêr mirov dişê rastî dîrokekî zindî bêt. Şelaleya Gürpinar ji xwe diyariyeke bêhempa ya xwezayê  bo Meletî ye. Di navênda MeletÎ Mizgeftek heye jêre dibêjin Mizgefta Nû, temenê vê mizgeftê 500 sal dibore.

Kutilk, dê keç, şîrînahiya qeysî, çîgê tirş, çigê nîsk, şorba guhê, nanê kîvroşk, dolmıka paresû, tava, kebaba kaxizê, xurma kalbûrê, bilik, cacika pirpirim, kifta bi pelg, kifta pelga gelyazê, qeliyê sêlê, pelgê Kurdan, nanê bi sebanix, germiya bi baqil. Wekî hûn dê ji navê van xwerinan jÎ fêm bikin ku mitbaxê Meletî gelek dewlemend û rengawreng e.

Balafirgeh, rêka seyare û rêkên trênê lê hatine çêkirin. Ji ber vê çendê çûn û hatina vî bajarî bê pirsgirêk e.

Medîne Mehmûd

1yeni cami

mizgefta nû

2

mizgefta nû

3gunpinar selalesi

Şelala Gunpinar

4karakaya baraji

baraja Karakaya

5

Mişmişên navdar yên Meletî

6

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.