Mehsum îro dê nameya Ebadî bighîne Barzanî

Mehsum îro dê nameya Ebadî bighîne Barzanî

 

Waar –Duhok:

Çaverê tê kirin îro, serokê herêma Kurdistanê û serok komarê Îraqê kombibin û serok komar nameyeka Heyder Ebadî radestî Mesûd Barzanî bike.

Li gorî zanyarîyan, D. Fuad Mehsum îro li Hewlêrê dê di gel Mesûd Barzanî kombû, ji bo gotubêj kirina dawî pêşhatên di navbera Hewlêrê û bexdayê, zêdebarî griftên petrolê û budçeyê, serok komar jî dê nameyeka Heyder Ebadî bighîne serokê herêma Kurdistanê.

Perlemantarê Îraqê, Erefat Kerîm pêştir ragîhandibû, eger nameya Ebadî çî bersivên ron û erênî bo herêmê diderbarê pabendîya rêkevtinê têda nebin, bêguman dê dest bi frotina rasterast ya petrolê bike û gotibû, kompanî hevrikîyê li ser kirîna petrola Kurdistanê dikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday