Makgork: 40 hezar DAIŞî bi rêya Tirkîyê derbasî Sûrîya yê bûne

Makgork: 40 hezar DAIŞî bi rêya Tirkîyê derbasî Sûrîya yê bûne

WAAR_Duhok:

Birêt Makgork ragehand, Tirkiyê rê daye 40 hezar DAIŞî ji 110 welatên cihanê biçin nav Sûriya û DAIŞê damezirînîn.

Nwênerê berê yê serokatîya Amerîkayê li Hevpeymanîya Nêvdewletî de dijî Daişê Birêt Makgork di yek ji korbendên taybet de bi metirsîyên Daişê, ragehand, li dema karê xwe di Hevpeymanîya Nêvdewletî li dijî DAIŞê, nemaze di dema berngarbûna wê rêkixistêyê, kar li gel Tirkiyê kirîye û çend caran jî çûye Enqereyê daku sinorên xwe li gel Sûriya daxe, lê Tirkiyê ev kar nekir.

Makgork dibêje jî: Ser wê yekê me çend caran daxwaz ji Tirkiye kir ku sinorî daxe, lê berpirsên Tirkiyê ji me re gotin, nekarîn evî karî bikîn.

Amaje bi wê yekê jî dike, dema hêzên Kurdî, devereke berfireh ji sinor kontrol kirin, wê çaxê Tirkiyê sinor daxist û dîwareke mezin bi demeke kêm li severên sinorî dirust kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday