Lîndsey Graham: Serok Trump dibe ku hin eskeran li Sûriyeyê bihêle

Lîndsey Graham: Serok Trump dibe ku hin eskeran li Sûriyeyê bihêle

WAAR_Duhok:

Senatorê Carolînaya Başûr yê Amerîkayê Lîndsey Graham got ku Amerîka wê ji dewletên Ewropayê ji bo herêma tampon ya ku wê li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê were avakirin dê eskeran bixwaze û wiha got: “Eger ev daxwaz neyê cih dibe ku Serok Trump hin eskeran li Sûriyeyê bihêle.”

Graham li Munîha paytexta Almanyayê beşdarî Foruma Ewlehiyê ya Munîhê bû. Graham li vê derê axivî û li ser vekişîna eskerên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê hin nirxandin kirin.

Graham got wan ji bo Sûriyeyê piştî “xîlafeta DEAŞê” stratejiyeke nû amade kiriye û wiha axivî:

“Serok Trump wê di demeke kin da were Ewropayê û wê ji bona Sûriyeyê ji we alîkariyê bixwaze. Daxwaza min ew e ku hûn jî bibêjin ‘belê.’ Eger ev daxwaz neyê cih dibe ku Serok Trump hin eskeran li Sûriyeyê bihêle.”

– “Eger em pîlanekê nekin Tirkiye wê bikeve Sûriyeyê”

Graham got ku hemû Ewropayê ji tehdîda DEAŞê gelekî zirar dîtiye û ji ber vê divê ew jî alîkariyê bidin û wiha axivî:

“Eger em pîlanekê nekin Tirkiye wê ji ber tehdîda YPGyê bikeve Sûriyeyê. YPGyê li wir dijî DEAŞê alîkarî da me. Lê heman YPG ji bo Tirkiyeyê rêxistineke terorê ye. Di çareserkina vê meseleyê da em deyîndarên Tirkiyeyê ne. Piştî vekişina SDGyê divê şerê nû wan têk nebe. Em deyndarên SDGyê jî ne. Di pêşerojê de kî wê alîkariyê bide me? Ji aliyê din va li sînorê Tirkiyeyê hewcedariya me bi herêmeke tampon heye. Ev ji bo ewlehiyê şert e. Eskerên ku wê li vê herêmê werin wezîfedarkirin wê DEAŞê ji nêz va bişopînin. Eger em vê nekin li wê derê Îranê bi ser bikeve.”

– Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Shanahan jî teklîf kiribû

Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Patrîck Shanahan li Brukselê beşdarî civîna NATOyê bûbû û gotibû ji bo li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hêzeke çavdêriyê were avakirin teklîfê bidin NATOyê.

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê General Joseph Votel jî daxuyaniyek dabû rojnameya Wall Street Journalê û gotibû ew ê li li Sûriyeyê hin eskeran bihêlin.

Babetên bi vê mijarêve girêday