Li Tirkîye 9 salan de 104 hezar û 531 zarok berzebûn

Li Tirkîye 9 salan de 104 hezar û 531 zarok berzebûn
WAAR_Amrd:
Di rojen davîye de li Tirkîye dîsa berzebûna zarokan û kuştina wan ket serekatîya rojeva Tirkîye.
Li Agirîye û Enqere 2 zaroken keç yen temenen wan 3 sali u 8 salî piştî berzebûyîn hatin kuştin. Parlementera Partîya Komarîya Gel (CHP)ê û cihgira seroke giştî ya CHPê li ser raporen lekolînen sazîya îstatîstîkan ya Tirkîye raporek tomar kir.
Îlgezdîye di rapora xwe de got îstîsmara zarokan babetek eş û metirsîyeye belê hukumete pişta xwe daye we pirsgireka giring.
Hejayê gotinêye li gor rapora lekolînen sazîya îstatîstîkan ya Tirkîye di navbera sala 2008 û 2016an de 9 salan de ku li gor serledanen fermî yen zaroken berzebuyî 104 hezar û 531 zarok berzebûne.
Îlgezdîye tekez kir ku di rojen savîyede berzebauna zarokan vekê şapeyê mezin dibe û wiha got: ”Li gor lekolînen sazîya îstatîstîkan ya Tirkîye li 81 parezgehan roje 32 zarok berze dibin. Mehê 968 zarok berzedibin. Sala 2008ê 4 hezar û 517, sala 2009an de 5 hezar û 81, sala 2010an de 8 hezar û 81, sala 2011an de 10 hezar 67, sala 2012an de 12 hezar û 474, sala 2013an de 16 hezar û 218, sala 2014an de 18 hezar û 696, 2015an de 17 hezar u 706 di sala 2016an de jî 11 hezar û 691, giştî 9 salan de 104 hezar û 531 zarok berze bûne. Ji wan zarokan 59 hezar û 435 keçin, 45 hezar û 96 kurin. Temenen 7 hezar û 114an ji 11 salî biçuktirin, temem 28 hezar ji wan di navbera 12 û 14 salîne, temenê 68 hezar û 312an di navbera 15 û 17 salîne temenê 210 zarokan jî ne hatîye zanîn.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.