“Li Sûriyeyê HSD parçeyekê pêvajoya siyasî nîne”

“Li Sûriyeyê HSD parçeyekê pêvajoya siyasî nîne”

WAAR_Duhok:

Geir O. Pedersenê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku Kurdên Sûriyeyê parçeyekê welêt in lêbelê HSD  parçeyekê pêvajoya siyasî nîne.

Pedersen piştî hat ser wezifeyê û welatên herêmê ziyaret kirin cara ewil agahî da Konseya Ewlekariyê ya NYyê.

Pedersen destnîşan kir ku pêşiyê bi rejima Sûriyeyê û mixalifan paşê jî bi Tirkiye, Rûsya, Îran û aktorên navneteweyî ra hevdîtin kir, hevdîtin erênî derbas bûn û ew ê di nav çend hefteyan da dîsa Şamê ziyaret bike.

Geir O. Pedersen got her çiqasî geşedanên li qada şer ên li Sûriyeyê kêm bûne jî şer hê xilas nebûye, her çiqasî DEAŞ têk çûbe jî dibe ku dîsa derkeve holê û Heyet Tehrîr Şam jî li Îdlibê pêş dikeve.

– Teklîfa avakirina foruma hevpar a navneteweyî

Pedersen diyar kir ku ji bo pirsgirêkên li Sûriyeyê bi destê Sûriyeyiyan werin çareserkirin dibe ku “forumeke hevpar a navneteweyî” lazim bike.

Pedersen piştî civînê pirsên rojnamevanan bersivand û der barê asta avakirina komîteya qanûna bingehîn da got, “Em pêş dikevin lêbelê hê pirsgirêkên nehatine çareserkirin hene. Em li ser paketekê dixebitin û dibê li ser navan li hev bikin.”

Geir O. Pedersenê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê pirseke li ser rewşa Kurdên Sûriyeyê wiha bersivand: “Kurdên Sûriyeyê parçeyekê pêvajoyê ne, min bi nûnerên wan ra xeber da. Hûn qala HSDyê dikin. HSD parçeyekê pêvajoya siyasî nîne. Dibe ku di pêşerojê da vegere pirsgirêkekê û dibê em vê bi rêyeke rast binirxînin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday