Li ser 4 şaredarîyên din ji qayyum

Li ser 4 şaredarîyên din ji qayyum

WAAR_Amed:

Li ser biryara wezareta Navxweyî ya Tirkiye yê ji ber ku di derbarê wan de doz hene hevşaredarên 4 şaredarîya ji kar hatin durxistin û şûna wan qeyyum hatîn tayîn kirin.

Şûna hevşaredara Yenişehîra navçeya Amedê Belgîn Diken qeymeqam Murat Beşikçî, şûna hevşaredarê Hezro ya nevçeya AmedêAhmet Çevîk qeymeqam Ali Oner, şûna hevşaredara Hezex a navçeya Şirnex ê Songul Erden qeymeqamê wê nevçeyê Zafer Sag û şûna hevşaredarê bajarokê Akpazar a ser bi Mazgerta navçeya Dersimê Orhan Çelebî qeymeqamê Mazgertê Menderes Topçuoglu hat tayîn kirin.

Hêjayê gotinê ye ku di vê serdemê de eve li ser 20 şaredarîyan de qeyyum hatîn tayîn kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday