Li Kamerûnê zêrê 2,8 milyon dolarî dike hat girtin

Li Kamerûnê zêrê 2,8 milyon dolarî dike hat girtin

WAAR_Duhok:

Hat ragihandin ku li balafirgeha navneteweyî ya li Doualaya bajarê Kamerûna welatê li Afrîkaya Rojava zêrê 2,8 milyon dolarî dike hat girtin.

Li gor xebera Koaciya malpera înternetê ya Diranê Fîl, karmendên gumrikê dîtin ku di nav betaniyên li rexê teyareya Rêhewaya Etiyopyayê li rêwiyan belav dikin da zêr hatiye veşartin. Karmendên gumrikê dest dan ser 60 kîlo zêrê bihayê wî 2,8 milyon dolarî digre.

Çavkaniyên ewlekariyê dibêjin dibe ku ji bo bişînin Çîn an jî Dubaiyê zêr anîbin balafirgehê.

Tê gotin ku di dîroka welêt da cara ewil e di carekî da dest didin ser ewqasî zêrên zêde.

Li Lîmbeya bajarê li nêzî Doualaya li perava Okyanusa Atlasê gelek rezervên petrol, alumînyum û almasê hene.

Babetên bi vê mijarêve girêday