Li Japonyayê nifûsê kesên ji 100 salî zêdetir emir dikin ji 71 hezarî derbas bûye

Li Japonyayê nifûsê kesên ji 100 salî zêdetir emir dikin ji 71 hezarî derbas bûye

WAAR_Duhok:

Wezareta Tenduristiyê ya Japonyayê ragihand li welêt nifûsê kesên ji 100 salî zêdetir emir dikin ji 71 hezarî derbas bûye.

Li gor nûçeya NHKya televizyona neteweyî ya Japonyayê Wezareta Tenduristiyê ya Japonyayê îstatîstîkên nifûsê kal û pîran eşkere kir.

Li gor nûçeyê li welêt nifûsê kesên ji 100 salî zêdetir emir dikin ji 71 hezar û 200î derbas bûye û li gor daneyên par ev jimar hezar û 480 zêde bûye.

Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Japonyayê li welêt jina herî pîr 116 salî û zilamê herî kal jî 112 salî ye.

Babetên bi vê mijarêve girêday