Li Çewlîgê marê ziya yê hat kuştin şaş û metel hîşt

Li Çewlîgê marê ziya yê hat kuştin şaş û metel hîşt

WAAR_Duhok:

Li Sancaxa bajaroka Çewlîgê di dema gihaçinînê da marekî ziya hat kuştin, kesên ku mar dîtin şaş û metel man.

Ozkan Bakiyê li Unlîceya goma Balikliçaya gundê Sancaxê dijî dema li mêrga xwe giha diçinî bi marekî ziya ra rûbirû ma. Bakî mar kuşt û bi têlefona destan dîmenên mar kişand.

Bakî daxuyanî da û diyar kir ku bi tirpanê mar birîndar kir û tirsiya ku marê êrîşê wî bike.

Bakî destnîşan kir ku berê gelek caran mar dîtibûn lêbelê marekî evqasî mezin cara ewil dît û wiha pê da çû:

“Min dema giha diçînî mar derkete pêşiya min. Li ser tirpanê ma. Min pêşiyê got nekujim bira vekişe here lêbelê min dît ku bi tirpanê birîndar bûye. Ji tirsa ku vegere êrîşê me bike jî me kuşt. Min paşê jî mar danî ser dirikên dora mêrgê û wêneyên wî kişand û dîmen ji hevalên xwe ra şand.”

Babetên bi vê mijarêve girêday