Li Agiriyê bi şev û roj amadehiyên zivistanê dikin

Li Agiriyê bi şev û roj amadehiyên zivistanê dikin

WAAR_Duhok:

Li Agiriyê welatiyên debara xwe bi çandinî û heywandariyê dikin bi şev û roj ji bona amadehiyên zivistanê dixebitin.

Welatiyên ji gundê Aşagi Tokluya navçeya Taşliçayê ceh û genimên xwe diçinin û ji bona zivistanê bidin heywanên xwe ka û giyayên xwe amade dikin. Welatî giyayên li ser zeviyê hişk bûne bi traktoran dibin malê û ji bona heywanên xwe hazir dikin.

Cotkarên ku bi roj di qêleqijê da li ser zeviyên xwe dixebitin di dema çinînê da bîçerdover, traktor û paytonan jî diemilînin. Cotkar bi genim û giyayên xwe li patosê dixin û ji bona amadehiyên zivistanê bi şev û bi roj dixebitin.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday